Li Kerkûkê 3 teqîn çêbûn: Kustî û birîndar hene!

01 July 2018 11:23 0 dîtin
Li Kerkûkê 3 teqîn çêbûn: Kustî û birîndar hene!

PeyamaKurd- Ji herêmên Kurdistanî ku li derveyî herêma Kurdistanê mane, li Kerkûkê 3 teqîn çêbûn. Lê sebebên teqînan nehatin zelalkirin.

Vê sibehê li Kerkûkê, li nêzîkî depoyên sandoqên hilbijartinê, 3 teqîn çêbûn.  Li gorî agahiyan, li herêmê piştî ku teqîn çêbûn, di navbera hêzên ewlehiyê û hinek kesên çekdar de şer derket. Heta di derbarê kuştî û birîndaran de daxuyaniyeke zelal tune ye. Lê belê li gorî hinek çavkaniyan, kesek hatiye kuştin û 21 yek kes jî birîndar in.