Li Kerkûkê li pey hev 6 teqîn çêbûn: 6 kustî, 18 birîndar

31 May 2019 00:16 0 dîtin
Li Kerkûkê li pey hev 6 teqîn çêbûn: 6 kustî, 18 birîndar

PeyamaKurd- Li gor nûçeya Rûdawê ku tevî vîdeoya teqînan belav kir, li bajarê Kurdistanê, li Kerkûkê ku niha di destê hukumeta navendî de ye, îşev li pey hev 6 teqîn çêbûn û di encamê de 6 kes jiyana xwe ji dest dan û 18 kes birîndar bûn.

Teqînên ku çêbûn hemû li navenda Kerkûkê bûn. Taxên Qudsê û Rêya Bexdayê her du tax bûn ku li wan teqîn çêbûn. Nûçegihanê Rûdawê Herdî Muhammed ragihandiye ku du teqîn bi sedema bombeyên ku berê hatibûn bicîhkirin çêbûne.2 ji wan bambeyên denganin û du teqîn jî yên teqemeniyên ku li erebeyan hatibûn barkirin.

Di nava kesên ku jiyana xwe dane yek jê tûxgeneralê artêşa Iraqê ye. Bo ciyên bûyeran gelek ambûlans û alavên agirkujiyê hatine sewqkirin.