Li Kerkûkê 2 teqîn çêbûn: Kustî û birîndar hene
PeyamaKurd - Li parêzgeha Kerkûkê ku niha li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ye, di encama du teqînan de, kesek hat kuştin û hejmarek kes jî birîndar bûn.
Li gorî ragihandina medyaya Iraqê, îro danê sibê li gundê El Macid li nahiya Riyaz ya Kerkûkê bombek teqiya û di encama wê teqînê de, kesek birîndar bû.
Herwiha di heman saetan de, li gundê Noşîn yê Riyazê jî bombeyek teqiya û di encama wê teqînê de jî jinek hat kuştin û 2 jin jî birîndar bûn.
Heta niha derbarê berpirsên herdu teqînan de, ti zanyariyên zelal nehatine belavkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin