Li Kerkûkê teqînek çêbû
PeyamaKurd – Li taxeke bajarê Kerkûkê, îro teqînek çêbû û fermandarê polîsê Kerkûkê zanyarî di derbarê teqînê de eşkere kir.
Fermandarê polîsê Kerkûkê Emîd Kawe Xerîb diyar kiriye: ‘‘Îro li taxa Bedir a bajarê Kerkûkê, dukaneke alkolfiroşiyê bi rêya bombeyeke çandî ve hat teqandin.’’
Herwiha daye zanîn: ‘‘Piştî teqînê, ziyanên madî derketine holê û polîs jî derbarê teqînê de dest bi lêkolînê kiriye.’’

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin