Li Kerkûkê êrîsî hêzên Iraqî kirin: 3 kustî, 2 birîndar
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku şeva borî li gundê Kelor yê li ser riya Kerkûk-Pirdê, terorîstên DAIŞê êrîşî xaleke hêzên Iraqî kir û di encamê de 3 polîs hatin kuştin û 2 polîs jî birîndar bûn.
Berpirsê Ragihandina Odeya Operasyonên Hevbeş li Kerkûkê Eqîl Keynanî ji medya Kurdistanê re ragihand, çekdarên DAIŞê li gundê kelor ê ser bi Kerkûkê ve êrîşî ser hêzeke Polîsên Federalî kirine û di encama şer û pevçûnan de, 3 polîs hatine kuştin û 2 polîsên din jî birîndar bûne.
Keynanî daye zanîn, “Niha hêzeke taybet ya hevbeş ji Polîsên Federalî û Lîwaya 61 ya Teybet pêk hatiye û li wê navçeyê li pey şopa çekdarên DAIŞê digerin.”
Hêjayî gotinê ye, ji 16ê Cotmeha 2017an û vekişîna hêzên Pêşmerge ji Kerkûk û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê e, valahiya ewlekariyê li wê herêmê berdewam e û gelek caran êrîş bi ser hêzên leşkerî û xelkê de pêk tên.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin