Li Xaneqînê DAISê êrîsî hêzên Iraqî kirin

07 September 2020 12:30 0 dîtin
Li Xaneqînê DAISê êrîsî hêzên Iraqî kirin

PeyamaKurd - Çekdarên DAIŞê, li Xaneqînê êrişî hêzên Iraqî kirin û fermandeyekî Heşda Şeibî kuştin.

Li gor efserekî polîs li Diyale bi navê Elî Heyder diyar kir, şeva borî terorîstên DAIŞê li devera Bawe Mehmûd ya Xaneqînê û gundê Şêx Bawe yê nahiya Gulale ya Xaneqînê êrişî hêzên Iraqî û Heşda Şeibî kirin.

Herwiha efserê polis destnîşan kir, di wê êrîşê de fermandeyekî Heşda Şeibî bi navê Husên Rezaq hat kuştin.

Elî Heyder destnîşan kir, terorîstên DAIŞê heman şevê li gundê Gulayî, ku dikeve navbera Xaneqîn û Gulale, bi qenasan êrişî hêzên Iraqî kirin.

Bi gotina wî polîsî, kuştiyên DAIŞê jî hene, lê nayê zanîn çend kes in.