Terorîstên DAISê êrîsî hêzên Iraqî kirin: Kustî û birîndar hene

03 September 2020 13:30 0 dîtin
Terorîstên DAISê êrîsî hêzên Iraqî kirin: Kustî û birîndar hene

PeyamaKurd – Li parêzgeha Enbar a Iraqê, çekdarên DAIŞê êrişî hêzên Iraqî kirin û çend kes ji wan kuştin û birîndar kirin.

Li gorî medyaya Iraqî, derengiya şeva borî çekdarên DAIŞê li deriyê sînorî yê Herher yê di navbera Iraq û Erebistanê de, êrişî hêzên Iraqî kirin.

Li gorî agahiyan, di wê êrişê de 2 serbazên Iraqî hatin kuştin û 3 serbaz jî birîndar kirin, çend otomobîlên wan yên serbazî jî şewitandin.

Ew cihê ku êriş lê hatiye kirin, li parêzgeha Enbar ya Iraqê ye. Ew deriyê sînorî jî, ku zêdetirî 30 salan e girtî ye, dê di demek nêzîk de were vekirin.