Li navçeya Semsûrê bi hêza 5.3 erdhej çêbû
PeyamaKurd – Li navçeya Serêgolê (Golbaşi) ya parêzgeha Semsûra Bakurê Kurdistanê, îro Sêşemê 7ê Sibata 2023yan de, di saet 06:13an de bi hêza 5.3 pileyê Rîxter erdhejek nû çêbû.
Hat zanîn ku li Bakurê Kurdistanê, piştî erdheja Mereşê ya do 6ê Sibatê bi dehan erdhejên nû çêbûn. Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez li Tirkiyê (AFAD) ragihand, îro Sêşemê 7ê Sibata 2023yan de, di saet 06:13an de, erdhejek bi hêza 5.3 çêbûye.
Herwiha li gor AFADê ragihand, navenda wê erdhejê navçeya Serêgolê ya Semsûrê bû. Erdhej di kûrahiya 8.13 kîlometreyan de çêbûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin