Li parêzgeha Wasit a Iraqê xwepêsandan dest pê kir

08 February 2021 11:00 0 dîtin
Li parêzgeha Wasit a Iraqê xwepêsandan dest pê kir

PeyamaKurd – Li parêzgeha Wasit a Iraqê, bi daxwaza destjikarkişandina parêzgar, xwepêşandan dest pê kir.

Li Wasitê, xwepêşanderan 10 roj mohlet dabûn parêzgar Mihemed Cemîl Meyahî û ew mohlet bi dawî bû. Ji ber vê, careke din xwepêşandan dest pê kir, çendîn rê û cade hatin girtin û konên grevê hatin vedan.

Herwiha çend saet piştî dîtina çalakvanekî li goristaneke Kerbela destê wî hatibû girêdan, ku berê hatibû revandin û îşkencekirin, li parêzgeha Necefê jî hewla kuştina çalakvan Ehmed Hilw hat dayîn û birîndar bû.

Peyamên çalakvanan ên li ser torên civakî belav kirine didin zanîn, biryar e li Bexda û Zîqarê jî xwepêşandan dest pê bikin.