Li Rojhilatê Kurdistanê tedbîrên nû bo koronayê têne standin

01 November 2020 13:47 0 dîtin
Li Rojhilatê Kurdistanê tedbîrên nû bo koronayê têne standin

PeyamaKurd – Tê çaverêkirin li bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji ber zêdebûna pêketinên vîrisa koronayê tedbîrên nû werin standin.

Parêzgarê Loristanê li Rojhilatê Kurdistanê daye xuyakirin ku dê rêkarên nû yên xweparêziyê li parêzgehê bêne danîn û hatiye diyarkirin ku li nexweşxaneyan amûrên nefesdayînê têr nakin û 60 karmendên tenduristiyê jî bi koronayê ketine.

Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî jî ragihandiye ku wê li 25 navendên parêzgehan ji bo 10 rojan rêkarên nû bêne ragihandin ku wê li tevahiya parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê jî bêne bicihkirin.

Li gorî daxuyaniya Serokomarê Îranê wê hemû merasîmên olî û civakî û kombûn werin qedexekirin.

Li gorî amarên zanîngehên pijîşkî yên Urmiye, Îlam, Sine û Kirmaşan ên li Rojhilatê Kurdistanê, di nav 24 saetên borî de, 2 hezar û  86 kesên din bi koronayê ketine û 46 kes jî bi koronayê mirine.