Li Rusyayê kemîn: Nivîskarê alîgirê Putin hat kustin!
PeyamaKurd- Li bajarê St. Petersburgê yê Rusyayê, li qehwexaneyekê teqînek çêbû. Li gorî hat ragihandin, di encama teqînê de hejmareke zêde ambulans û polîs sewqî cihê bûyerê hatine kirin lewra mirî û birîndar çêbûne.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Karên Hundir a Rusyayê ve hat dayîn de hat ragihandin di teqînê de kesek can daye û 16 kes jî birîndar bûne. Hat eşkerekirin ku kesê ku jiyana xwe ji dest daye, nivîskarê leşkerî yê Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin Maxim Fomin ê bi nasnav Vladen Tatarskiy e.
Di nûçeyên di çapemeniya Rusyayê de hat îdiakirin ku çavkaniya teqînê bombeyeke ku di hundirê peykerê de hatiye bicihkirin bûye û hevalên wî diyarî Tatarskiy kirine.
Tatarskiy ku di îlona sala borî de beşdarî merasîma ku li Koşka Kremlînê bûbû de di vîdeoya ku di merasîmê de kişandibû de got, "Em ê li her kesî bixin, em ê her kesî bikujin, em ê talan bikin. Her tişt dê wekî ku em dixwazin be."
Heger were îspatkirin ku Tatarskiy bi qestî di teqînê de bûye armanc, ew ê bibe duyemîn kuştina kesên payebilind ku ji destpêka şer ve li ser xaka Rusyayê tên kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin