Li ser rêya M4 êrîsî hêzên rejîmê kirin

17 December 2019 22:00 0 dîtin
Li ser rêya M4 êrîsî hêzên rejîmê kirin

PeyamaKurd – Komên çekdarên Sûriyê ku Tirkiye piştgiriya wan dike, îro li ser rêya navnetewî ya M4ê êrîşî wesayîteke hêzên rejîma Sûriyê kirin.

Li gorî ragihandina çavkaniyên herêmê, îro derdora saet 12.00an erebeyeke leşkerî ya artêşa rejîma Sûriyê dema ku di ser rêya navneteweyî ya M4 re derbas dibû, li dorûbera gundê Şergirakê rastî êrîşa komên çekdar hat.

Hat ragihandin ku hejmarek leşkerên Sûriyê di encama wê êrîşê de birîndar bûne û bo nexweşxaneyê hatine veguhestin.