Li ser sînorê Belarûsê leskerekî Polonyayê hat kustin
PeyamaKurd - Hat ragihandin doh 13ê Mijdarê êvarê di encama teqandina çeka leşkerekî Polanyayî de, li ser sînorê Belarûsê, leşkerekî din ê Polanyayê hat kuştin.
Berdevkê Hêzên Ewlekariyê yên Polanyayê Stanîslu Zarîn li ser bûyerê daye xuyakirin ku ew bûyereke qeza ye û destê aliyekî sêyem di bûyerê de nîne.
Hêjayî gotinê ye, bi hezaran koçber li ser sînorê Balûrûsê kom bûne û dixwazin derbasî Polanyayê û welatên din ên Yekîtiya Ewropayê bibin ku hejmarek zêde kurd jî di nav wan koçberan de hen.
Polonya hejmarek zêde leşker li ser sînorên xwe kom kirine û rê nade koçber derbas bibin ku heta niha ji ber sermayê zêdetirî 10 koçberan can daye.
Polîsê Polanyayê ragihandiye ku derdora 4 hezar koçber li ser sînor kom bûne û hejmara wan her ku diçe zêde dibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin