Li Serê Kaniyê otomobîlek hat teqandin

12 March 2020 17:00 0 dîtin
Li Serê Kaniyê otomobîlek hat teqandin

PeyamaKurd – Li bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ku hatiye dagirkirin, otombîleke bombekirî li rêbendeke komên çekdarên girêdayî Tirkiyê de teqiya.

Ajansa fermî ya Sûriyê SANAyê derbarê teqînê de ragihand, otombîleke bombekirî li rêbenda gundê Til Helef ê Serê Kaniyê teqiya û di encamê de hejmarek ji çekdarên ser bi Tirkiyê ve hatin kuştin û birîndar kirin.

Bi taybet piştî dagîrkirina Serê Kaniyê ji aliyê artêşa Tirkiyê û komên çekdar ve, gelek caran teqîn çêdibin û di encamê de piranî kesên sivîl dibin qurbanî.