Li Silêmaniyê 3 nexwesên din ên koronayê mirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li parêzgeha Silêmanî ya Herêma Kurdistanê îro 11ê Hezîranê 3 nexweşên pêketiyên vîrusa koronayê li nexweşxaneyan jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî jêderên Rêveberiya Tendirustiyê ya Silêmaniyê îro 3 nexweşên din yên koronayê li sînorê parêzgeha Silêmaniyê can dane.
Li gorî amarên Wezareta Tenduristiyê, li Herêma Kurdistanê heta niha 1709 kes bi koronayê ketine û bi hersê haletên nû yên mirinê re jî hejmara miriyên ji wê nexweşiyê gihîştiye 33 kesan.
Hêjayî gotinê ye, Wezîrê Tenduristiya Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzencî, bi zêdebûna belavbûna vîrusa koronayê re ligel şandekê îro çû Bexdayê daku li ser rewşa dawî ya koronayê û hevkariyê, danûstandinan bi wezareta tenduristiya Iraqê û aliyên peywendîdar re bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin