Li Sirnexê pistî qedexeya 22 deveran tevgera leskerî dest pê kir

14 July 2020 17:43 0 dîtin
Li Sirnexê pistî qedexeya 22 deveran tevgera leskerî dest pê kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku piştî parêzgariya bajarê Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê, li 22 herêman qedexe ragihand, tevgera leşkerî dest pê kiriye û helîkopterên Skorsky ber bi çiyawarên Cizîr û Silopiyê ve difirin.

 Parêzgariya Şirnexê, doh 22 herêmên li navenda Şirnexê û navçeyên wê yên Cizîr û Silopyayê bi hinceta “ewlehiyê” qedexe ragihandin.

Li gorî zanyariyan piştî vê biryarê li herêmên hatine qedexekirin, liv û tevgera helîkopteran zêde bûye û helîkopterên cureya Skorsky yên veguhestina leşkeran ji Çiyayê Gebarê ber bi Çiyayê Cûdî ve difirin.