Li Stembolê cendekê ciwanekî ji Colemêrgê hat dîtin
PeyamaKurd – Li gorî agahiyên ku hatine wergirtin Fahrettîn Hekîmoglûyê 33 salî ku ji navçeya Geverê ya Colemêrgê ye, duh piştî fitara xwe vekir, êdî agahî jê nehat.
Hat ragihandin ku cendekê Fahrettîn Hekîmoglûyê ku ji saetên êvarê ve winda bû, îro li Stembolê li Daristana Belgradê hat dîtin ku hatibû gulebarankirin.
Li gorî agahiyên li ber dest, cendekê wî ji bo lêkolîna berfireh û zelalkirina sedema mirinê birin Saziya Tiba Edlî ya Stembolê.
Serokê Komeleya Colemêrgiyan ya Stembolê Şemsettîn Demîr diyar kir ku piştî otopsiyê dê cendek bibin bajarê wî Geverê û defin bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin