Li Stenbolê operasyona li dijî DAIS û El Qaîdeyê: 10 kes hatin girtin

25 December 2020 12:59 0 dîtin
Li Stenbolê operasyona li dijî DAIS û El Qaîdeyê: 10 kes hatin girtin

PeyamaKurd Li dijî rêxistina El Qaîde û DAIŞê, li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê operasyonek hat lidarxistin û di encamê de 10 kesên biyanî yên gumanbar, hatin desteserkirin.

Li gor zanyariyên ji ajansa İHAyê, tîmên Rêveberiya Têkoşîna Dijî Terorê ya ser bi Rêveberiya Asayîşa Stenbolê ve, îro Înê 25ê Kanûnê li dijî gumanbar û kesên hevkariya El Qaîde û DAIŞê dikin operasyonek dan destpêkirin.

Di çarçoveya lêpirsînê de li 7 bajarokan operasyoneke hevdem, bo ser çend navnîşanan hat kirin.

Heman ajansê daye zanîn, di operasyonê de 10 gumanbarên biyanî hatine desteserkirin û kesên desteserkirî bo Rêveberiya Asayîşa Stenbolê hatine veguhestin.

Derbarê nasnameya kesên desteserkirî de tu zanyarî nehatine belavkirin.