Li Sûriyê 18 pasdar û milîsên Îranê hatin kustin

09 September 2019 17:44 0 dîtin
Li Sûriyê 18 pasdar û milîsên Îranê hatin kustin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di êrîşa ser baregehên milîsên Iraqî yên alîgirên Îranê yên li Sûriyê de, herî kêm 18 pasdar û milîsên alîgirên Îranê hatine kuştin.

Li gorî ragihandina rêxistina çavderiya mafên mirov li Sûriyê, şeva borî baregehên sê grûbên Iraqî bi navên Hizbullah, El Ebdal û Heyderûn yên li devera sînorî ya Elbû Kemal ya Sûriyê rastî êrîşê hatin.

Derbarê wê êrîşê de hat diyarkirin ku heta niha nayê zanîn ji aliyê kê ve ew êrîş hatiye kirin, lê herî kêm 18 pasdar û milîs di wê êrîşê de hatine kuştin.

Devera ku rastî êrîşê hatiye, ser sînorê Iraqê û beramberî devera Qaîm ya Iraqê ye.

Beriya niha jî êrîşên bi vî rengî bi ser baregehên Heşda Şeibî li Iraqê û bi ser baregehên Hizbullaha Lubnanê yên Sûriyê de hatibûn kirin û Îsraîl bi wan êrîşan hatibû tawanbarkirin, lê Îsraîlê derheqê wan êrîşan agahî nedabûn.