Li Sûriyê navçeyeke di bin kontrola Tirkiyê de rastî êrîseke mosekî hat
PeyamaKurd –Li bakurê Sûriyê, navçeyeke di bin kontrola Tirkiyê de, rastî êrîşeke moşekî hat.
Li gor Wezareta Berevaniya Tirkiyê li ser hesabê xwe yê fermî yê Twitterê diyar kiriye, hêzên wan bersiva êrîşeke bi moşekan daye li ser navçeyên di bin kontrola wan de li bakurê Sûriyê.
Wezareta Berevaniya Tirkiyê daye zanîn, rokêt ji Balafirxaneya Kiwêris a li Helebê ku di bin kontrola rejîma Sûriyê de ye, hatine avêtin.
Wezareta Berevaniya Tirkiyê destnîşan dike, li herêma Terhîn ku dikeve bakur rojhilatê Babê, xelkê sivîl bûye armanca wê êrîşê û hejmarek kes di encamê de birîndar bûne.
Di dîmenên ku ji aliyê Wezareta Berevaniya Tirkiyê ve hatine belavkirin de, tê dîtin agir bi tankêrên petrolê ketiye û di encamê de teqîn çêbûne.
Wezareta Berevaniya Tirkiyê herwiha diyar kiriye, ji bilî Babê, devera Hamran a Cerablûsê jî şeva derbasbûyî rastî êrîşeke moşekan hatiye.
Roja 5ê Adarê jî, heman navçeyên Cerablûs û Babê, rastî êrîşên moşekî hatibûn û di encamê de, 4 kes miribûn û 28 kes birîndar bibûn.
Komên çekdar ên ser bi Hikûmeta Sûriyê ve, Rûsya û Hikûmeta Sûriyê wek berpirsyarên wan êrîşan nîşan dabûn.
Wezareta Berevaniya Tirkiyê di daxuyaniya xwe de daxwaz ji Rûsyayê kiriye, armanckirina navçeyên Cerablûs û Babê bên rawestandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin