Rûsya li Sûriyê herêmên kontrola Tirkiyê bombebaran dike
PeyamaKurd – Piştî destpêkirina êrîşa artêşa Rûsyayê ya ser Ûkraynayê çavkaniyên herêmê radigihînin ku balafirên şer ên Rûsyayê li Sûriyê jî herêmên di bin kontrola Tirkiye de ne bombebaran dike.
Li gorî çavkaniyên medya erebî, balafirên şer ên Rûsyayê êrîş birine ser herêmên bakurê Helebê ku ew herêm jî di bin kontrola Tirkiye û komên çekdarên bi navê Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê de ne.
Herwiha bi destpêkirina êrîşa ser Ûkraynayê re balafirên rûsî bombeyên ronîkirinê avêtin herêma Babê û bakurê Helebê û hêzên Şamê û milîsên Îranê jî herêmên başûrê Idlibê topbaran kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin