Li tevahiya cîhanê rêjeya pêketina Koronayê bi rêjeya %6 bilind bû
PeyamaKurd – Li tevahiya cîhanê di nava hefteyekê de rêjeya pêketina Koronayê bi rêjeya %6 bilind bû, rojane zêdetirî 600 hezar kes bi cûreyên cuda cuda yên Koronayê dikevin.
Amarên Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê diyar dike, ji destpêka meha Tîrmehê ve, rojane zêdetirî 3 hezar kes li Herêma Kurdistanê bi Koronayê dikevin, ku li gor mehên Nîsan û Gulanê, haletên pêketinê du qat zêde bûne.
Tevî ku li Îsraîlê doza sêyem a derziya Koronayê li welatiyan tê lêdan, bi rêjeya %101 belavbûna Koronayê zêde bûye. Li gor amarekê, rojane zêdetirî 3 hezar kes li wî welatî bi Koronayê dikevin.
Li Amerîkayê jî bi tomarkirina zêdetirî 96 hezar pêketiyên Koronayê, bi rêjeya %20 belavbûna vîrusê zêde bûye.
Herwiha di nava hefteya borî de mirinên rojane li Endonezyayê hezar û 689 kes bûye.
Helmeta derzîkirinê ya herî mezin di nava hefteyekê de li Japonyayê birêve çû, ku zêdetirî %1ê welatiyên Japonyayê bû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin