Berzencî: Rêjeya pêketina bi Koronayê gihîstiye asta metirsîdar

29 March 2021 12:00 0 dîtin
Berzencî: Rêjeya pêketina bi Koronayê gihîstiye asta metirsîdar

PeyamaKurd – Wezîrê Tenduristiyê yê Kurdistanê diyar kir, hejmara pêketiyên Koronayê gelekî zêde bûye, loma divê tedbîrên cudatir bên girtin.

Wezîrê Tenduristiyê yê Kurdistanê Dr. Saman Berzencî ji K24 re daye zanîn, rêjeya pêketina bi Koronayê gelekî zêde bûye û gihîştiye asta metirsîdar.

Herwiha Dr. Saman Berzencî destnîşan kiriye, ji ber wê jî divê tedbîrên tundtir û cudatir bên girtin.

Wezîrê Tenduristiyê eşkere kiriye, sibê komîteya rûbirûbûna Koronayê dicive û dê rewşê binirxîne û biryarên pêwîst bide.

Herî dawî Dr. Saman Berzencî li ser îhtimala ragihandina qedexeya derketina derve jî gotiye, hindî ji destê wan tê qedexeya derketina derve ranagehînin, lê divê welatî jî pabend bin.

Bi belavbûna Koronayê re, kampaniya derzîkirina welatiyan jî didome. Îro li Hewlêrê dest bi gerreka din ya derzîkirinê hat kirin.

Berpirsê Tenduristiya Hewlêrê Dr. Dilovan Mihemed diyar kir, 15 hezar û 800 doz derzî li ber destê wan heye û li ser 46 bingehan hatiye parvekirin. Destpêkê ew nojdar û karmend tên derzîkirin ku beriya niha hatibû derzîkirin. Welatî jî dikarin navê xwe tomar bikin bo wergirtina derziyê. Destpêkê hêzên navxwe, kesên bi temen û yên ku nexweşiyên wan yên demdirêj heye, tên derzîkirin.

Dr. Dilovan Mihemed herwiha da zanîn, niha rêjeya pêketina bi Koronayê 6 beramber bûye û ev jî metirsîdar e. Hindik maye nexweşxane tijî bibin.