''Eger rêjeya pêketina vîrusa Koronayê kêm bibe, dê perwerdehî dîsa destpê bike''
PeyamaKurd – Di derbarê berdewamkirina perwerdeyê di dema Koronayê de, Wezareta Tenduristiya Kurdistanê daxuyanî da û diyar kir, eger rêjeya pêketina vîrusa Koronayê kêm bibe, dê perwerdehî dîsa destpê bike.
Berpirsê Giştî yê Dîwana Wezareta Tenduristiya Kurdistanê Dr. Xalis Qadir da zanîn, niha li Herêma Kurdistanê rêjeya pêketina Koronayê roj bi roj kêmtir dibe. Eger rewş bi vî rengî berdewam bike, em ê daxwaz bikin navendên xwendinê bên vekirin.
Herwiha Dr. Xalis Qadir destnîşan kir, kêmbûna Koronayê nîşan dide ku welatî şîretên tenduristiyê bicîh tînin. Her çi qasî pêbendiya welatiyan bi şîretan zêdetir bibe, Korona jî dê kêmtir belav bibe.
Qadir eşkere kir, ew alîkariya wezaretên xwendina bilind û perwerdê dikin, da ku dest bi xwendinê bikin û got, em bi hûrî çavdêriya rewşê dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin