Wezareta Tendurustiyê: Ew welatiyê ji Brîtanya vegeriyabû ne bi vîrusa nû ya Koronayê ye

18 January 2021 13:00 0 dîtin
Wezareta Tendurustiyê:  Ew welatiyê ji Brîtanya vegeriyabû ne bi vîrusa nû ya Koronayê ye

PeyamaKurd –  Bi daxuyaniyekê, Wezareta Tendurustiyê ya Kurdistanê diyar kir, ew welatiyê Duhokê yê ji Brîtanya vegeriyabû, bi vîrusa nû ya Koronayê neketiye.

Li Duhokê çend roj berê kesekî xelkê Duhokê, ji Brîtanya vegeriyabû. Berpirsên tenduristiyê, wek tedbîr ew kerentîn kiribûn û testa Koronayê û vîrusa nû ya Koronayê jê re kiribû.

Wezareta Tendurustiyê ya Kurdistanê, li ser wê haletê daxuyaniyek da û eşkere kir, ew kesê han bi vîrsa nû ya Koronayê neketiye.

Berdevkê Wezareta Tendurustiyê Dr. Aso Hewêzî jî da zanîn, ew welatiyê Duhokî baş bûye û vegeriyaye mala xwe.