Li Tirkiyê hejmara kesên ku xwe wekî Kurd dibînin 2 qetan zêde bûye
PeyamaKurd - Li gor encamên rapirsiyekê ku li 36 parêzgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hatiye kirin, rêjeya kesên xwe wek ‘Kurd’ bi nav dikin û şanaziyê bi nasnameya xwe dikin, di maweyê deh salan de du qetan zêde bûye.
Şirketa Rapirsiyê KONDAyê, bi navê, ‘Lêkolîna Derbarê Şêwazên Jiyanê’ ya 2018an belav kir û derbarê encamên lêkolîna sala 2018an de aşkera kir û daneyên deh salên dawî anîn ber hev.
'Li 36 bajaran bi 5793an kesan re rû bi rû hevdîtin hatine pêkanîn'
Ew raporta ku ji 174 rûpelan pêk tê, heyama di navbera 31ê Adarê -1ê Nîsana 2018an li xwe digire. Herwiha di çarçova wê lêkolînê de li 36 bajaran bi 5793an kesan re rû bi rû li malên wan hevdîtin hatine pêkanîn.
Di raportê de, nasnameya pêkhateyan, asta perwerdehiyê, aborî û tevlibûna civakê tê lêkolînkirin. Ew raporta ku ji 174 rûpelan pêk tê, heyama di navbera 31ê Adarê-1ê Nîsana 2018an li xwe digire. Herwiha di çarçova wê lêkolînê de li 36 bajaran bi 5793an kesan re rûbirû li malên wan hevdîtin hatine pêkanîn.
'Ji sedî 16-19 xwe wek netewe û nasnameya Kurd bi nav dikin'
Li gor encaman, welatiyên Tirkiyê ji sedî 75 xwe wek netewe û nasnameya Tirk bi nav dikin, ji sedî 16-19 xwe wek netewe û nasnameya Kurd bi nav dikin û sedî 2 jî xwe wek Zaza binav dikin. Rêjeya Ereban ji sedî 3 ye, yên dibêjin ku ji netewên din in jî sedî 3 ne.
Li gor lêkolînê, berî deh salan rêjeya kesên xwe wek Kurd binav dikirin, dora ji sedî 9 bû, lê niha bûye ji sedî 16-19.
'Rêje tenê ne bi ji hejmarên jidayîkbûnê ve girêdayî ne
Raport dide zanîn, ev rêje tenê ne bi ji hejmarên jidayîkbûnê ve girêdayî ne, di salên dawî de yên nasnameya xwe bi aşkera dibêjin zêde bûne û bi wê jî şanaziyê dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin