Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 112 mirin û 6.670 pêketî hatin tomar kirin

07 February 2021 23:31 0 dîtin
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 112 mirin û 6.670 pêketî hatin tomar kirin

PeyamaKurd – Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyê di tabloya Covid-19 ya 7ê Sibatê de ragihand ku li Tirkiye û bajarên bakurê Kurdistanê 112 kesên din ji koronayê mirine û tevî 623 nexweşan 6 hezar û 670 pêketiyên nû hatine tomarkirin.

Li gorî tabloya dawî ya Covid-19, Tabloya hejmara mirinên vîrusa koronayê gihîşt 26 hezar û 797 kesan û hejmara pêketiyan jî gihîşt 2 milyon û 531 hezar û 456 kesan.

Herwiha 8 hezar û 201 nexweş di 24 saetên borî de baş bûne û hejmara başbûyên nexweşiya koronayê jî gihîştine 2 milyon û 440 hezar û 706 kesan.