Li Ukraynayê, sivîl xwe hînî bikaranîna çekan dikin
PeyamaKurd- Di pêvajoya ku şerê navbera Rusya û Ukraynayê de ji salekê zêdetir e berdewam dike de hat diyarkirin ku sivîlên li paytexta Ukraynayê Kievê, perwerdehiya bikaranîna çekan dibînin.
Li gorî agahiyên hatin dayîn, perwerdehiya hînkirina bikaranîna çekan, ji aliyê gel ve rastî eleqeyeke mezin hatiye û hat zanîn ku perwerdehî ji aliyê Şaredariya Kievê ve tê dayîn.
Hat eşkerekirin ku kesên ku bi gelemperî diçin şaredariyê heqê bacê yan qeydkirinê bidin, ew perwerdehiya çekan jî dibînin.
Di agahiyên ku ji aliyê şaredariyê ve hatin dayîn de hat diyarkirin ku çend roj piştî ku qeyda li ser malpera şaredariyê hat vekirin, zêdeyî 2000 kesan ku ji %70yê wan jin bûn, ji bo perwerdeyê serlêdanên xwe kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin