Li Ûrmiyê 29 kesan ji ber vîrusa Koronayê can dan

20 October 2020 13:01 0 dîtin
Li Ûrmiyê 29 kesan ji ber vîrusa Koronayê can dan

PeyamaKurd - Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, hejmara pêketî û mirinên ji ber vîrusa Koronayê gelekî zêde bûye. Li bajarê Ûrmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê, di rojekê de 29 kes ji ber Koronayê can dan.

Li gorî amarên fermî, do li bajarê Ûrmiyê 29 kesan ji ber Koronayê can dan û bi sedan kes jî bi Koronayê ketin.

Do tenê li bajarê Ûrmiyê 16 kesan bi Koronayê can dan.

Bi giştî heta niha li parêzgaha Ormiyê hezar û 417 kes bi Koronayê mirin û bi hezaran kes jî bi vîrusê ketine û rewşa 228 nexweşên Koronayê jî xerab e.

Do li seranserî Îranê 337 kes ji ber Koronayê can dan. Ev bilindtirîn hejmar e ku heta li Îranê hatiye tomarkirin.