Li Wanê 4 sal in qedexe didome: 15 rojên din hat dirêjkirin
PeyamaKurd – Li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê ku ji sala 2016an ve bênavber qedexeya çalakiyên cemawerî tê ragihandin, car din bo 15 rojan qedexe hat ragihandin.
Ji 15ê Tîrmeha 2016an ve ku ragihandina qedexeyan bi hinceta helwla darbeya FETOyê dest pê kiribû berdewam dike ku ev 2 hezar û 20 roj in şahî û çalakî li bajarê Wanê têne qedexekirin.
Parêzgariya Wanê îro 6ê Tîrmehê ragihand ku qedexeya şahî û çalakiyên li bajêr werin lidarxistin ji bo dema 15 rojên din hatiye dirêjkirin ku wê ji 7ê Tîrmehê heta 21ê wê berdewam be.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin