Li Wanê qedexeya ku 5 sal in didome 15 rojên din hat dirêjkirin
PeyamaKurd – Li parêzgaha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, qedexeya çalakî û bernameyên cemawerî ku ji 21ê Mijdara 2016an ve 15 rojan carekê tê dirêjkirin, careke din 15 rojan hat dirêjkirin.
Parêzgariya Wanê bi daxuyaniyekê ragihand, 15 rojên din bi hinceta ‘ewlehiyê û parastina can û malê welatiyan’ qedexe hatiye dirêjkirin.
Hêjayî gotinê ye, qedexeya ku li bajarê Wanê her 15 rojan carekê tê dirêjkirin ketiye 5 saliya xwe ku 1,623 rojin bênavber berdewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin