Qedexeya li Wanê 15 rojên din hat dirêjkirin
PeyamaKurd - Qedexeya xwepêşandan û çalakiyên cemawerî, li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê bo 15 rojan car din hat dirêjkirin.
Walîtiya Wanê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, ji 8ê Sibata 2020an heta 22ê Sibatê bo 15 rojan li sînorê Wanê û bajarokên wê, ji xeynî çalakiyên fermî, hemû xwepêşandan, meş, grev, vedana konan û çalakiyên din hatin qedexekirin.
Sedema qedexeyê jî wekî parastina saziyên komarê, yekparçeyiya xelk û axê, parastina maf û azadiya welatiyan, rêgirtina li tawanan û wergirtina tedbîrên demkî hat nîşandan.
Hêjayî bibîrxistinê ye, ji 21ê Mijdara 2016an ve li bajarê Wanê hemû çalakiyên cemawerî bi biryarên parêzgariyê têne qedexekirin ku bi taybet piştî hewla kotedaya FETOyê û ragihandina rewşa awarte ev yek hatibû destpêkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin