Li wî welatî, rakirina alayên Rusya û Belarusê hat qedexekirin!
PeyamaKurd- Li gorî nûçeya BBCê, Federasyona Tenîsê ya Awustralyayê, di pêşbirkên Turnuvaya Tenîsê ya Awustralyayê de destûrê neda alayên Rusya û Belarusê werin libakirin.
Li gorî nûçeyê, piştî bûyerên ku ji ber daliqandina alê li kêleka kortê ji aliyê alîgirên Rusî ve di dema pêşbirka di navbera tenîsvana Ukraynayî Kateryna Baindl û tenîsvana Rusî Kamilla Raximova de derketin, polîtîkaya xwe guhert.
Li ser mijarê, daxuyaniyek ji aliyê federasyonê ve hat dayîn û hat tekezkirin ku di pêşbirkên di çarçoveya tûrnûvayê de alayên Rusya û Belarusê li cem wan qedexe ye û wiha hat gotin:
"Em ê bi lîstikvan û temaşevanên xwe re xebatên xwe yên ji bo kêfa tenîsê bidomînin û jîngeha herî baş peyda bikin.”
Piştî bûyera şerê di navbera Baindl û Rakhimova de, Balyozê Ukraynayê yê Awustralya û Zelanda Nû Vasyl Myroshnychenko di parvekirina xwe ya medyaya civakî de bûyer şermezar kir û federasyon vexwend ku bikevin tevgerê.
Cîgira serokwezîra eyaleta Victoria, Jancinta Allan jî piştgiriya qedexeyê kir û got ku “Rusya bi dagirkirina Ukraynayê mafên mirovan binpê kir û Belarûsê jî bi tevahî piştgirî da dagirkeriyê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin