Li Zaxo ji ber serê PKKê 10 gund vala bûn

20 June 2021 16:34 0 dîtin
Li Zaxo ji ber serê PKKê 10 gund vala bûn

PeyamaKurd - Li Nehiya Batîfa ya Zaxo ji ber şerê PKK û Tirkiyê, di nav du mehên dawî de 10 gund vala bûn û xelkê wan nikarin biçin nav zevî û rezên xwe.

Rêveberê Nehiya Batîfa Ferhad Mehmûd ji K24ê re gotiye: “Xelkê devera wan ji çend salan ve li benda berhemên rezên xwe ne, lê îsal ziyaneke mezin gihîştiye xelkê deverê. 10 gund li devera me vala bûne û ji du mehan ve xelkê deverê nikarin biçin nava zevî û rezên xwe.”

Ferhad Mehmûd diyar kir, “Niha werzê avdana zevî û baxçeyan e û dixê cotkar zêdetir xizmeta zeviyên xwe bikin, lê ji ber şerê PKK û Tirkiyê, bombebaranê û hebûna xalên leşkerî, nikarin biçin nava zeviyên xwe.”

Rêveberê Nehiya Batîfa destnîşan kir, li devera wan hin cihên geştiyariyê jî hene, lê niha ji ber şerê PKK û Tirkiyê, ew cihên geştiyariyê hatine girtin û welatî nikarin sûdê jê bibînin.