Zaxo | Ji 18 gundên xirîstiyan 9 ji wan ji ber PKKê hatine valakirin

25 December 2020 19:34 0 dîtin
Zaxo | Ji 18 gundên xirîstiyan 9 ji wan ji ber PKKê hatine valakirin

PeyamaKurd – Li qezaya Zaxo li dor rêzeçiyayên Başûr û Bakurê Kurdistanê, ji 18 gundên xirîstiyanan 9 ji wan ji ber hebû PKKê û şer û pevçûnên ligel artêşa Tirkiyê hatine valakirin.

Keşeyê gundên Lêfo û Mêrgesorê yên ser bi Batîfa ve Cibraîl Gorgîs Toma ku beriya niha li Bexdayê jiyana xwe dewam dikir, ji Rûdawê re gotiye, 3 sal in hatiye Herêma Kurdistanê û li sînorê bajarokê Batîfayê dijî ku niha jî ji ber şer û pevçûnên PKK û artêşa Tirk metirsîya valakirinê li ser gundên wan heye.

Cibraîl Gorgîs Toma ew bi şev û roj dengê bombebaranê dibihîzin.

Welatiyê xirîstiyan Basim Yaqûb ku û 30 sal in li gundê xwe ye û bavê şeş zarokan e gotiye, di nav du salan de ji 150 malbatan tenê 84 malbat li gund mane.

Wî welatiyê ji gundê Lêfo diyar kiriye: “Ev cejn cihê ye, astengî gelek in, metirsî zêde ne û bombebaran zêde ne, lê divê jiyan berdewam be, wek hûn dibînin me darên jidayikbûnê çandine û li gundê xwe em berdewamî didin jiyanê.”

Cotkarekî xirîstiyan bi navê Qiryaqûs Binyamê jî daye zanîn ew ji ber bombebarana balafirên Tirkiyê nikarin biçin gundê xwe û pezê xwe biçêrînin.