'Ji ber serê PKKê û Tirkiyê 18 gundên herêma Etrosê hatin valakirin'

23 August 2019 11:31 0 dîtin
'Ji ber serê PKKê û Tirkiyê 18 gundên herêma Etrosê hatin valakirin'

PeyamaKurd - Xelkê gundên bajaroka Etroşê li sinorê parêzgeha Dihokê, bi egera hebûna çekdarên PKKê li deverê û êrişa balafirên şerî yênTirkiyê hevrûşî tirs û nîgeranîyê bûne û bi egera vê yekê jî koça gundîyan ber bi navenda bajarokê û deverên din destpêkirîye.

Xelkên wan deveran daxwaz ji Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) dikin,ji deverên wan dûr bikevin û êdî nebin egera zîyan gehandin û têkdana jîyana hevwelatîyên wê sinûrê. Li ser vê mijarê Qaymeqamê Şêxanê Serdar Yehya naveşêre ku hebûna PKKê metirsî li ser deverê heye û aşkera dike ku hebûna PKKê li wan deverên wê sinorê zêde bûye.

Amaje bi wê yekê jî dike ku ev rewş bûye egera valakirangundên deverê û koçkirinê ber navenda qeza û nahyeyan û zîyan gihaye kerta çandinê û avedankirina gundan.

Serdar Yehîya dibêje: Tenê li sinorê nahyeya Etroşê 18 gund bi vê egerê hatine vala kirin. Li gor axavtinên gundî yên herêmê, di van dmê dawî de bizav û liva gerîlayên PKKyê li herêmê zêdetir bûye.