Lûtkeya NATOyê: NATO wê li Ûkaraynayê roleke mezintir bileyze
PeyamaKurd - Wezîrên Parastinê yên welatên endamên Rêxistina Peymana Atlantîka Bakur (NATO) li paytexta Belçîka Brukselê lûtkeya Ûkraynayê pêk anîn.
Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg piştî lûtkeyê civîneke çapemeniyê li dar xist û got ku NATO wê di koordînasyona çekşandina Ûkraynayê de roleke mezintir bileyze.
Stoltenberg da zanîn ku NATO wê bi rêya baregeha Almanyayê ya li Wiesbadenê karên wek perwerdekirina leşkerên Ûkraynayê, koordînasyona alîkariyên leşkerî, veguhestin û tamîrkirina alavên leşkerî û piştgirîkirina pêşveçûna demdirêj a hêzên çekdar ên Ûkraynayê bike û dom kir:
“Ev hewldan NATOyê nakin alîyekî şer, lê belê ji bo xweparastinê ew ê piştgiriya ji Ûkraynayê re zêde bikin.”
Amadekariyên egera hatina Donald Trump
Ji koordînasyona şandina çekan a ji Ûkraynayê re armanc ew e ku li hember egera ku Donald Trump di hilbijartinên meha Mijdarê yên serokatiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de bibe serok jî nikaribe ji alîkariya çekan a ji Ûkraynayê re bibe asteng.
Piştî di Sibata 2022yan de hêrişa Rûsyayê ya li dijî Ûkraynayê destpê kir, DYAyê li Baregeha Asmanî ya Ramstein a Almanyayê civînek li dar xist û ji vê civînê şûnda, daxwazên çekan ên Kîevê di nav nêzîkê 50 welatan de di Forma Ramstein de dest pê kir.
Biryara veguhestina erkên koordînasyonê ya ji NATOyê re, wê di lûtkeya ku di meha Tîrmehê de li Washingtonê bê lidarxistin de fermî bibe.
Hate diyarkirin ku li gorî peymana ku hatiye pesendkirin, Koma Ramstein wê di bin pêşengiya DYAyê de weke forumeke siyasî xebatên xwe bidomîne.
Ji ber ku DYA di nav welatên NATOyê de hêza sereke ya ku çekan dide Ûkraynayê ye, nayê zanîn ku ger Trump bibe serok, wê çiqas bandorê li koordînasyona çekan a NATOyê bike.
Tê şîrovekirin ku ger Trump postê serokatiyê bi dest bixe û alîkariya ji bo Kîevê kêm bike, dibe ku gringiya koordînasyona NATOyê kêm bibe.
Yekîneyên amade heta 500 hezarî hatin zêdekirin
Sekreterê Giştî yê NATOyê Stoltenberg her wiha diyar kir ku endamên NATOyê ji bo di demên pêwîst de NATO dikaribe hejmara yekîneyên xwe yên amade derxe seriya 500 hezarî jî li hev kirine.
Di lûtkeya NATOyê ya ku di Pûşpera 2022an de li Madrîda paytextê Spanyayê hat lidarxistin de hejmara personelên amadeyî yên parzemînê bi qasî 300 hezarî hat diyarkirin. Ev leşkerên hanê hejmara leşkerên ku dikarin di nava 30 rojan de werin seferberkirin temsîl dikin.
Almanya soza 35 hezar leşkeran da
Wezîrê Parastinê yê Almanyayê Boris Pistorius piştî lutkeya NATOyê got: “Almanyayê soz da ku di nava 10 heta 30 rojan de, di asta herî bilind a amadekariyê de 35 hezar leşker bi cih bike. Di parastina hewayî ya Ewropayê de kêmasî hene. Hikûmeta Almanyayê ji bo vê valahiyê bigire dest bi Înîsiyatîfa Mertalê Asmanî ya Ewropayê (ESSI) kir û bi beşdariya Tirkiye û Yewnanîstanê, wê di Sebata 2024an de hejmara welatên ku beşdarî însiyatîfê bûne derkeve 21an.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin