Macron 24ê Nîsanê wek ‘Roja Bîranîna Komkujiya Ermanan’ ragihand

06 February 2019 12:48 0 dîtin
Macron 24ê Nîsanê wek ‘Roja Bîranîna Komkujiya Ermanan’ ragihand

PeyamaKurd - Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, 24ê Nîsanê ya salvegera qira Ermenan a 1915an wekî ‘Roja Bîranîna Komkujiya Ermenan’ ragihand.

Macron li resepsiyona Konseya Organîzasyonên Kordînasyonê axivî û bûyerên 1915an wekî kuştinkariya bê eman a Împaratoriya Osmaniyan rave kir û got, “Di nav çend hefteyan de wekî ku min soz daye, em 24ê Nîsanê wekî roja komkujiya Ermenan radigihînin.”

Fransayê sala 2001ê bûyerên 1915an wekî ‘komkujî’ pênase kiribû ku yek ji sozên Macron ên hilbijartinê jî fermîkirina 24ê Nîsanê bû.