Bîranîna Komkujiya Sêwazê: Serokên CHP û DEM Partiyê bi hev re besdar bûn

02 July 2024 14:50 0 dîtin
Bîranîna Komkujiya Sêwazê: Serokên CHP û DEM Partiyê bi hev re besdar bûn

PeyamaKurd - Di 31emîn salvegera Komkujiya Sêwazê de, ji bo kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane meşeke girseyî ku Serokên Giştî yên DEM Partî û CHPê jî beşdar bûn pêk hat.

Meş, ji navenda Sêwazê heta Otela Madîmakê ya ku di dema Festîvala Pîr Sultan Abdal a 2yê Tîrmeha 1993yan de hate şewitandin û 33 hunermend, ronakbîr û nivîskar tê de hatin şewitandin, dom kir.

Bernameya bîranînê serê sibê di demjimêr 09.00an de bi meşekê ji xalên kombûnê yên Weqfa Çanda Anadoluyê ya Hacî Bektaş Velî û Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal dest pê kir.

Ji bo meşê; Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Ozgur Ozel, Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Serokê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) Erkan Baş, Serokê Giştî yê EMEPê Seyît Aslan û gellek berpirsên van partiyan û hunermend, nivîskar, çalakvan û rewşenbîrên Tirkiye û bakurê Kurdistanê beşdar bûn.

Serokê Giştî yê CHPê Ozel beriya meşê çû serdana Weqfa Çanda Anadoluyê ya Hacî Bektaş Velî.

Di meşê de dirûşmên “Sêwazê ji bîr neke, bila neyê jibîrkirin”, “Yên Sêwazê şewitandin ew ên ku AKP ava kirin in”, “Mafê me yê welatîbûna wekhev nayê înkarkirin”, “Em gel in. em rast dibêjin, em ê bi ser bikevin" hatin qêrîn.