Macron: Êrîsa Hemasê ‘komkujiya herî mezin a cihûyan a sedsalê’ ye!
PeyamaKurd – Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, îro 7ê Sibatê li Parîsê beşdarî merasîma bîranîna netewî ya qurbaniyên Fransî yên êrîşa Hemasê ya 7ê Cotmehê bû.
Emmanuel Macron, di merasîma bîranîna netewî ya ku li hewşa Koşka Invalides bo qurbaniyên fransî hat lidarxistin de axivî û got, “Ev êrîş di sedsala me de komkujiya herî mezin a ser cihûyan ye.”
Macron herwiha ji bo 3 rehîneyên ku tê pêşbînîkirin cihûyên hemwelatiyên Fransî ne jî diyar kir, ew her roj ji bo azadkirina wan têkoşînê dide.
Macron di axaftina xwe de da zanîn: “Divê em xwe teslîmî antîsemîtizma sînoran nas nake nebin. Ti hincetek terorîzmê mafdar dernaxe û nabe hincet jê re bên nîşandan.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin