Macron bo Nêçîrvan Barzanî: Bi pêswazîkirina te serbilind im!

03 November 2023 16:26 0 dîtin
Macron bo Nêçîrvan Barzanî: Bi pêswazîkirina te serbilind im!

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 3yê Mijdarê bi vexwendineke fermî gihîşt Koşka Elysee ya serokatiya Fransayê û ji aliyê Serokomar Emmanuel Macron ve hate pêşwazîkirin.

Beriya civînê dema pêşwazîkirina Nêçîrvan Barzanî li Koşa Elysee Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron got, “Ez bi pêşwazîkirina te ya li vê derê serbilind im.”

Hêjayî gotinê ye, Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihandiye ku Nêçîrvan Barzanî li ser vexwendina fermî ya Emmanuel Macron serdana Parîsê dike.

Mijarê sereke yên hevdîtina herdu serokan wiha ne: Şerê DAIŞê, Ewlehiya Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî yên li Îraqê, Reformên Pêşmergeyan û rola Fransayê ya di van reforman de, Pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, pirsa petrol û gazê, guvaşa Îraqê û helwesta Fransayê ya di mijara hinartina Petrola Kurdistanê de û ewlehiya hêzên Fransayê yên li Îraq û Herêma Kurdistanê.