Mala Êzidiyan li ser bûyerên li Singalê û kiryarên PKKê daxuyanî da

12 December 2021 23:35 0 dîtin
Mala Êzidiyan li ser bûyerên li Singalê û kiryarên PKKê daxuyanî da

PeyamaKurd - Mala Êzidiyan derbarê bûyer û kiryarên 12ê Kanûnê roja Yekşemê yên li Şingalê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de, rexne li kiryarên dawî yên PKK-YBŞ hat girtin û biryara nehiştina dewama karmendan li saziyên hikûmî yên Şingalê hat şermezar kirin.

Serokê Mala Êzidiyan Qolo Evdo di daxuyaniyekê de, biryara îdareya bi ser PKKê ve red kir û got: “Em wek Mala Êzidiyan, biryara wê îdareyê red dikin ku xizmeta herêmê nake û aliyekî siyasî yê nerewa û neqanûnî derketiye û desthilatdariya wê di vê derbarê de tune ye.”

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin: “Em weke serok û endamên Mala Êzidiyan a li Şengalê ku nûnertiya cemaweriya pêkhateya Êzidî dike, em hemû bi qanûn û bi sîstema giştî ya dewletê re ne, ji bo parastina ewlekarî, aramî û aştiyê li welatê me yê birîndar, Iraqa mezin û bi taybetî Şingala wêrankirî.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, “Desteya Rêveberiya Xweser û Demokratîk a Şingalê” ya bi ser PKKê ve, îro biryara girtina dezgehên hikûmî û nehikûmî heta fermaneke din derxistibû û piştre jî li herêmê alozî derketibûn.

Alîgirên PKK-YBŞ molotof avêtin ser artêşa Îraqê û agir bi hummereke serbazî xistin û leşkerek birîndar kirin ku herwiha di aloziyan de keçek jî birîndar bûye.