Mark Milley dibe sererkanê nû yê Amerîkayê
PeyamaKurd – Fermandarê Hêzên Bejahiyê yê Artêşa Amerîkayê General Mark Milley dibe Sererkanê nû yê Amerîkayê. Senatoyê biryar erê kir û bi vê biryarê re Milley bi fermî dibe sererkanê Amerîkayê.
Dema sererkanê niha General Joseph Dunford 1ê cotmehê bi dawî dibe, piştî Dunford, Milley dibe sererkanê nû yê Amerîkayê.
Hêjayî gotinê ye ku Milley Rojhilata Navîn ji nêzîk ve nas dike û berê li Iraqê û Afganistanê jî di çendîn wezîfeyan de kar kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin