Serokerkanê Amerîkayê 0rg. Mark Milley seredana Rojava kir

05 March 2023 00:10 0 dîtin
Serokerkanê Amerîkayê 0rg. Mark Milley seredana Rojava kir

PeyamaKurd – Serokerkanê Amerîkayê Orgeneral Mark Milley seredana Rojava kir. Seredan berê nehatibû ragihandin û roja şemiyê an ku îro hat kirin. Li gor ragihandina Euronewsê; baregeha Amerîka ya li Rojava 8 sale li hemberê IŞİD ê şer dike û Milley li wê derê kontrola baregehê kir û ji bo rojnamevanan ragihandinan kir.

Ajansa Reutersê li ser seredana Milley nûçeyekî belav kir lê navê baregehê neda. Fermandarekî Amerîkî gotiye:

“Leşkerên Amerîkayê û Hêzên Sûriya demokratik (HSD) ji bo têkibirina IŞİDê ya mayîn de pêşdeçûnan kirine.”

Li ser pirsa rojnamevanekî ku ji Milley pirsiye û gotiye: ‘Gelo Sûriye hêjaye mirov ewqas xwe tê de bixe talûkê an na?’ de, Milley, rewşê bi ewlehiya Amerîka û hevkarên Amerîkayê ve girêdaye û gotiye: “belê hêjaye”.

Li ser ziyareta Mark Milley ji rêvebiriya xweser ya Rojava heya niha ti agahî nehatiye dayîn.