Serokerkanê Amerîkayê Milley: Tirkiye tenê 2 gundan xistiye dest

12 October 2019 00:15 0 dîtin
Serokerkanê Amerîkayê Milley: Tirkiye tenê 2 gundan xistiye dest

PeyamaKurd- Serokerkanê Amerîkayê Orgeneral Mark Milley ragihand ku Tirkiye di operasyona ser Rojava de, di bejayiyê de gelek bi sînor çûye û tenê 2 gundan xistiye destê xwe. Milley îro li Koşka Sipî bo çapemeniyê behsa hebûna welatê xwe ya li herêmê û oparsyona ku ji aliyê Tirkiyê de bo ser Rojava têkirin, kir. Mark Milley weha got:

“Tirkiye heya niha êrîşên hewayî kirin. Balafirên bêmirov bo keşfê û bo êrîşan bikaranîn. Çarçoveya êrîşa di bejayiyê de gelek bi sînore. Fermandarên Tirk serpereştiya wan dikin. Artêşa Azad û Artêşa Netewî ber bi başûr de diçin. Heya niha tenê 2 gundan xistine destê xwe.”

Wezareta bergiriyê ya Tirkiyê ragihandiye ku heya niha li Til Ebyedê (Girêsipî) û Resuleyn (Serê Kaniyê) 13 gundan xistine destê xwe.