Mark Milley bû serokerkanê Amerîkayê yê nû

02 October 2019 23:32 0 dîtin
Mark Milley bû serokerkanê Amerîkayê yê nû

PeyamaKurd- Serokerkanê Amerîkayê orgeneral Joseph Dunford bi merasimeka leşkerî-sîvîl wezîfa xwe dewrê serokerkanê nû yê Amerîkayê û hem fermandarê hêzên bejayiyê orgeneral Mark Milley kir. Merasim bi tevlîbûna serokê Amerîkayê Donald trump, cîgirê wî Mike Pence, wezîrê karên derve Mike Pompeo û wezîrê bergiriyê Mark Esper, li baregeha leşkerî ya hevpar ya li Virjiniayê ya bi navê Myer-Henderson çêbû.

Di merasimê de Trump pesnê Dunford da û got ku wan artêşa Amerîkayê di dinyayê de kiriye ya herî bi hêz û di vê kiryarê de para Dunford jî heye. Trump got ku gelek caran di mijaran de bi Dunford re şêwiriye û rola wî bilind nirxand.