Mark Milley dibe serokerkanê Amerîkayê

26 July 2019 00:39 0 dîtin
Mark Milley dibe serokerkanê Amerîkayê

PeyamaKurd- Senatoya Amerîkayê, fermandarê giştî yê hêzên bejayiyê Orgeneral Mark Milley bo bibe serokerkanê Amerîkayê qebûl kir. Di dengdana Senatoyê de yek dengekî red da û 89 kes bi erênî deng dan Milley da bibe serokerkan. Milley 61 saliye.

Di meha êlûnê de wextê wezîfa serokerkanê Amerîkayê yê niha yê Joseph Dunford diqede. Piştî wezîfa Dunford biqede, di 1ê cotmehê de dê Mark Milley bibe serokerkan. Milley ji sala 2015an heya niha fermandarê giştî yê hêzên bejayiyê ye.

Mark Milley, berê li Iraq, Afxanistanê û gelek ciyên dinan xebitiye.