Merel Aksenerê 81 serokên parêzgehan ji bo Enqereyê vexwendin

03 March 2023 15:02
Merel Aksenerê 81 serokên parêzgehan ji bo Enqereyê vexwendin

PeyamaKurd – Piştî civîna Maseya Şeşqolî, Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener bi lijneyên xwe re hevdîtin kir û 81 serokên parêzgehan ji bo Enqereyê hatin vexwendin.

Serokên 6 partiyên ku Yekîtiya Neteweyan pêk tînin, cara 12emîn hatin cem hev.

Hat ragihandin ku namzedê serokomariyê û biryara dawî ya pêvajoya derbasbûnê wê roja Duşemê were eşkerekirin.

Seroka Giştî ya ÎYÎ Partiyê Meral Akşener û Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ji bo ku bi xebatkarên partiyê re hevdîtinê pêk bînin çûn navenda xwe, wê dawiya hefteyê jî hevdîtinên lijneyên cuda yên partiyê bidomin.

Hat diyarkirin, ÎYÎ Partiyê ji bo îro 81 serokên parêzgehan vexwendiye Enqereyê, ji bo Navenda Giştî ya ÎYÎ Partiyê.

Alîkarê Serokê Koma ÎYÎ Partiyê Erhan Usta da zanîn, di civîna dawî ya Maseya Şeşqolî de li ser namzetê serokomariyê lihevkirinek çênebû.