Serokên her sê encûmenên parêzgehan û Serokayetiya Parlamentoyê civînek pêk anîn

30 June 2021 16:58
Serokên her sê encûmenên parêzgehan û Serokayetiya Parlamentoyê civînek pêk anîn

PeyamaKurd – Serokên her sê encûmenên parêzgehên Herêma Kurdistanê, îro roja Çarşemê, bi Desteya Serokayetiya Parlamentoya Kurdistanê re civiyan û li ser hemwarkirina yasaya Encûmena Parêzgehan gotûbêj kirin.

Li gor zanyariyan, îro roja Çarşemê 30.06.2021ê serokên encûmenên parêzgehên Herêma Kurdistanê serdana Parlementoya Kurdistanê ji bo gotûbêjkirina yasaya çarenûsa encûmena parêzgehan kirinei ji ber ku dema wan a yasayî bi dawî dibe. Gotûbêj ji bo gelo wê hilbijartin were kirin an na tê kirin.

Herwiha zanyarî didin zanîn, gelek kêşeyên serokên encûmena hene û ew jî di civîna ligel Serokayetiya Parlementoyê hatine gotûbêjkirin.