Parlamena Iraqê encûmenên hemû parêzgehan hilwesand
PeyamaKurd – Parlamena Iraqê heta encamdana hilbijartinên parêzgehan, biryara hilweşandina encûmenên hemû parêzgahên Iraqê da.
Di civîna îro ya Parlamena Iraqê de, biryar hat dayîn ku encûmenên parêzgehan were hilweşandin.
Li aliyê din parêzgar hatin erkdarkirin ku bi hemû pirsgirêkên bajaran ên darayî, elektrîk û yên din re heta hilbijartinan birêve bibin. Li gorî biryarê encûmenên bajarokan û nehiyeyan jî hatin hilweşandin. Le belê encmûnên parêzgehan ên Herêma Kurdistanê karên xwe berdewam dikin.
Herwiha parlamentoyê biryar da ku îmtiyazên gelek sazî û dezgehên fermî jî werin betalkirin.
Ev biryarên parlamena Iraqê piştî protestoyên berdewam ên li dijî hikûmetê tên ku beriya niha Serokwezîr Adil Ebdulmehdî jî gotibû, ew dê daxwaziyên gel bicih werînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin